PWK: Divê dewletên cîhanê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin

Di 101 salîya Peymana Lozanê de, em ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana
24.07.2024, Çar - 10:36
PWK: Divê dewletên cîhanê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin
Nuçe Belav bike

Di 24ê tîrmeha 1923an de, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymanek hate îmzekirin. Bi vê  peymanê, bê ku miletê Kurd di konferansê de temsîl bibe, çarenivîsa milletê Kurd hate tayinkirin û milletê Kurd û welatê wî Kurdistan di dîrokê de cara duyem hate perçekirin û dabeşkirin. 

Wek tê zanîn, di 17ê gulana 1639an de, bi peymana Qesrî  Şîrîn, ya ku di navbeyna Osmanî û Safewîyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du parçeyan. Bi Peymana Lozanê ku wek teyidkirina Qesrî Şîrîn e, Kurd û Kurdistan vê carê jî di asta navdewletî û di nava çar dewletan de hate dabeşkirin û Kurdistan bû welatekî kolonî ya navdewletî. Ji derveyî  îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê ji nû ve hate xêzkirin. Dîroka sedsalîya makûs ya neteweya Kurd ya ku li ser bingehê perçebûn û dabeşbûnê form girtîye, mixabin  îro jî berdewam dike.

Bi Peymana Lozanê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan binpê bûye, ji mafê netewî û heta yê mirovî jî bêpar maye. Bi vê peymanê, hîmên civata Kurd û Kurdistanê hatine tehrîbkirin. Berîya her tiştî rasterast mudaxeleyî pêvajoya netewebûyîna kurdan bûye. Sedemên bingehîn yên pirsgirêkên erdnîgarî, sîyasî, aborî, civakî, çandî û zimanî, perçebûn û dabeşbûna neteweya Kurd, bêgûman ev mudaxeleya navdewletî ye.

Berpirsên vê yekê, bêşik ne tenê dewletên kolonyalîst Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriye ne. Li gel dewletên kolonyalîst yên heremê, dewletên kolonyalîst û empeyalîst yên cîhanê ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û yan jî bûnin terefê vê peymanê jî gunehkar û berpirsên vê yekê ne.

Peymana Lozanê peymanek navdewletî ye û pêwîste di çerçeweya pirensîb û dadwerîya navnetewî de bête şîrovekirin. Loma jî, girîngîya tekoşîna li dijî Peymana Lozanê ya di asta  navdewletî de, bêtir manîdar dibe. Bê gûman, di warê qada dîplomasî û huqûqa navdewletî  de vatinîyên gelek girîng dikevin ser milên dewleta federe ya Başûr, dîaspora Kurd, akademîsyenên ciwan yên kurd ku di unîversîteyên welatên rojavayê de dixwînin. Ji bo van erk û vatinîyan jî pêwîstî bi lobîyek xurt, ya ji bo tekoşîna dadwerîya navdewletî , herweha pêdivî bi dîplomasîyek koordînekirî û bi istîqrar heye. Dîsa di vê qadê de, pêwîstî bi xebatên akademîk yên bi zimanên cuda heye.

Neteweyê Kurd heta îro Peymana Lozanê qebûl nekirîye, îro jî qebûl nake. Lê ev helwest bi serê xwe têrê nake. Divê ev zincîrên koletîyê miheqeq bêne şikandin. Pêwîst e hemû rêxistin û partîyên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî  de, di  salvegera 101 salîya Peymana Lozanê amade bin. Ji bo peymana Lozanê di sergoyê dîrokê de bihê binaxkirin, divê em bi rûhekî seferberî têkevin nav têkoşîn û hewldanên pir alî. Di vî warî de, erk û vatinîyên dîaspora kurd gelekî girîng in. Xebatên dîplomasî û yên lobîya kurdî, konferans û sempozyûmên navnetewî pêwîst in. Di serlêdanên NY û dezgehên din yên navneteweyî de, tekoşîna huqûqî û dadwerîyê, di pêvajoya protestokirinê de çalakîyên bingehîn in. 

Di 101 salîya Peymana Lozanê de, em ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin. Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine ya jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqîya dîrokî vekşînin û mafê dewletbûyîna miletê kurd qebûl bikin. 

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên  Kurdistanê (PWK)

 

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:21