PWK: Em 78emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

Em di 78emîn salvegera damezrandina PDKyê de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.
17.08.2024, Cts - 16:05
PWK: Em 78emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin
Nuçe Belav bike

PDK di 16yê Tebaxa 1946ê de hate ava kirin û îro 78emîn salvegera damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ye.

Gava ku em behsa PDKyê dikin, di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe, bêyî westan, bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.

PDK, berdewamî û beşeke  têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ye.

PDK, di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de hîmeke esasî ye.

PDK aktorê Peymana Otonomîyê ya 1970yî ye.

Dewleta Federe ya  li Başûrê Kurdistanê ku îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

PDK yek ji damezranerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.

PDK, hurmetkar û bar hilgirekî  wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî,  di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.

Em di wê bawerîyê de ne, ji bo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin; jibo ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.

Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî em 78 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikin.

Em  di 78emîn salvegera damezrandina PDKyê de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Vî nûçeyê tevayî: 729 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:01:10