PWK: Em Fatîh Altayli Şermezar Dikin

Partiya Wlatparêzên Kurdistanê (PWK), ji ber gotinên rojnamevan Fayîh Altayli ku di bernameyeke telewîzyonê de, heqaret û êrîşên ku ji hedê xwe bihurî li Şêx Seîd kiribûn peyama şermezarîyê belavkir.
12.12.2023, Sal - 18:21
PWK: Em Fatîh Altayli Şermezar Dikin
Nuçe Belav bike

PWK, jiber heqaretên Fatîh Altaylı ya li hemberî Şêx Seîd de bikaranî bû, bi daxûyanîyekî nivîskî şermezarkir. Di daxûyanîya PWK'ê de van gotinan cih girt:

" Piştî êrîş û heqaretên ku Partîya Komunist ya Tirkîyeyê(TKP), Tevgera Komunîst ya Tirkîyeyê (TKH), Serokê Zafer Partîyê Umît Ozdağ û hinek kes û alîyên din yên çepgir yan rastgir biribûn ser rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd Şêx Seîd, rojnameger Fatîh Altayli jî beşdarî vê karwanê bû.

Fatîh Altayli di bernameyeke telewîzyonê de, heqaret û êrîşên ku ji hedê xwe bihurî li Şêx Seîd kir.

Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e. Her heqareteke ku li Şêx Seîd tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin.

Ji ber wan heqaretên ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd kirine, em Fatîh Altayli û hemû kes û alîyên çepgir yan rastgir ên ku berdewamîya Îttîhad Terakkî ne, şowenîst, nîjadperest û dijminên miletê Kurd in, protesto û şermezar dikin.

Em piştgirîya wê doza ku Baroya Amedê li dijê Fatîh Altayli vekirîye dikin.

Herweha em careke din bangî raheyadarên dewleta Tirkîyeyê dikin da ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û hemû kesayetên ku cîhê mezelên wan ne dîyar in eşkere bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 678 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:02:52