PWK: Em ji ber îdam kirina 4 girtiyên sîyasî yên kurd Dewleta Îranê şermezar dikin

Ji ber îdam kirina 4 girtiyên sîyasî yên kurd, ji ber hemû qetlîam, kuştin û îdamên ku hatine kirine, em Dewleta Îranê carek din bi tundî şermezar dikin.
01.02.2024, Per - 06:36
PWK: Em ji ber îdam kirina 4 girtiyên sîyasî yên  kurd Dewleta Îranê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Roja duşemê, 29.01.2024ê, 4 girtiyên sîyasî yên kKurd , Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, Wefa Azerbar û Mihemed Feramerzî, li zîndana Qizilhisara bajarê Kerecê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin îdam kirin.

4 girtiyên sîyasî yên kurd, endamên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bûn.

Dewleta Îranê ji alîyekî bi zext, îşkence, girtin û kuştinan dixwaze rê li ber doza azadîya Rojhilatê Kurdistanê bigire, ji alîyekî jî her meh bi dehan mirovan îdam dike ku piranîya wan kurd in.

Êrîş û îdam û kuştinên Dewleta Îranê wê nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.

Ji ber îdam kirina 4 girtiyên sîyasî yên kurd, ji ber hemû qetlîam, kuştin û îdamên ku hatine kirine, em Dewleta Îranê carek din bi tundî şermezar dikin.

Em sersaxîyê ji malbatên her 4 welatperwerên kurd, ji rêvebir û endamên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, ji gelê Kurdistanê re dixwazin.

Em wek PWK careke din bangî raya giştî ya cîhanê, Netewên Yekbûyî, sazîyên nevnetewî dikin da ku li himberî van îdamên Dewleta Îranê bê deng nemînin; bi helwestên encamgir rê li ber van îdaman bigrin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:36