PWK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin
19.12.2023, Sal - 08:04
PWK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin
Nuçe Belav bike

"45 sal berê,sal1978, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Girgumê(Meraşê), li Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate kirin.

Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst ên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîzekirin û li darxistin.

Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin kuştin, 1500 kes jî birîndar bûn.

Di 45emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin.

Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin."

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 463 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:51