Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi peyamekê Şêx Ebdulselam Barzanî bibîr anî û ragihand, “Şêx Ebdulselam Barzanî, bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê danîye.”
Peyama Buroya Ragehandinê ya PWK:
Em Şêx Ebdulselam Barzanî Birêzdarî Bibîr tînin
Şêx Ebdulselam Barzanî 109 sal berê, di roja 14ê çileya pêşîn ya 1914an de li Mûsilê ji alîyê Dewleta Osmanî ve hate darve kirin.
Şêx Ebdulselam Barzanî, kurê Şêx Mehmûd e û birayê mezin yê Şêx Ehmed, Mûhamed Siddiq Babo û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.
Şêx Ebdulselam Barzanî di sala 1868an de li Barzan ji dayik bûye.
Şêx Ebdulselam Barzanî, pêşmerge bû, herweha Serfermandarê Pêşmerge bû.
Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû.
Şêx Ebdulselam Barzanî, jîngehparêz û reformxwaz bû.
Şêx Ebdulselam Barzanî, bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê danîye.
Şêx Ebdulselam Barzanî, rêberekî netewî, niştimanî bû. Bername û daxwazên milli, niştimanî yên gelê Kurdistanê pêşkêşî Dewleta Osmanî kir. Dewleta Osmanî ev daxwaz qebûl nekirin û bi vê jî nema, êrîşî ser gelê Kurdistanê kir. Gelê Kurdistanê bi serokatîya Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand, berxwedaneke meşrû û qehremanane pêk anî.
Di encama êrîşên Dewleta Osmanî û berxwedana gelê Kurdistanê de, Dewleta Osmanî di roja 14ê çileya pêşîn ya 1914an de li Mûsilê li ber çavên Mele Mistefa Barzanîyê nemirê ku wê gavê 11 salî bû û li ber çavên gelê Kurd, rêberê netewî, niştimanî, olî û civakî Şêx Ebdulselam Barzanî darve kir.
Belê Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin. Lê Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand. Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet ya ku Şêx Ebdulselam Barzanî teslîmî gelê Kurd kir neket erdê, têkoşîna gelê me ranewestîya.
Têkoşîna gelê me bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed, bi îlan kirina Komara Kurdistanê gihîşte asteke bilind. Alaya Kurdistanê ya Komara Kurdistanê li Mehabadê li Meydana Çarçirayê li ba da.
Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet, ew alaya rengîn ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê li ba dibe.
Ew berxwedan û têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê me ve berdewam e.
Em di 109emîn salvegera îdamkirina wî de, rêber û serokê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bibîr tînin.
14.12.2023
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)