PWK: Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzidî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye

Îro dehemîn salvegera komkujîya kurdên Êzîdî ye ku ji alîyê rêxistina hov û terorîst DAIŞê ve li Şingalê û derdora wê pêk hat.
03.08.2024, Cts - 13:08
PWK: Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzidî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye
Nuçe Belav bike

Roja 3ê tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê. Di encama vê êrîşî de, bi hezaran welatiyên sivîl ên kurdên Êzidî hatin kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên êzidî jî hatin êsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sed hezaran xelkê sivîl yên kurdên Êzidî mecbûr man ku cîh û warên xwe bihêlin û terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya xuşk û birayên me yên kurdên Êzidî birîneke kûr e û ev birîna hemû kurd û kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên kurdên Êzidî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê Êzîdî ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîn vegerin ser cih û warên xwe.

Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar ya xuşk û birayên me yên kurdên Êzidî bernameyeke taybetî amade bikin û bi cîh bînin.

Em bangî  Netewên Yekgirtî dikin ku vê komkujî û jenosîda kurdên Êzidî bi awakî fermî qebûl bikin.

Di dehemîn salvegera jenosîd û komkujîya Şingalê ya xuşk û birayên me kurdên Êzidî de, em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.

Em di dehemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bi bîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên kurdên Êzidî ne.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 651 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:57:11