PWK: Ji şerî, opersyonên leşkerî, şîdet û çalakîyên çekdarî re ‘’na’’; ji çareserîyên sîyasî, aştîyane û ji dîyalogê re ‘’erê’’

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) daxuyaniyeke nivîskî da.
08.10.2023, Paz - 17:39
PWK: Ji şerî, opersyonên leşkerî, şîdet û çalakîyên çekdarî re ‘’na’’; ji çareserîyên sîyasî, aştîyane û ji dîyalogê  re ‘’erê’’
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya nivîskî ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) wiha ye:

PKKyê di 1ê Cotmeha 2023yê de, li Enqereyê êrîşeke çekdarî bir ser Wezareta Karûbarên Hundurî ya Dewleta Tirkîyeyê. Hate ragehandin ku di encama vê êrîşê de 2 PKKyîyan canê xwe ji dest dane, 2 polîs jî birîndar bûne.

HPG, hêza çekdarî ya PKKyê di daxuyanîya xwe de diyar kir ku “tîma wan ya bi navê Tîma Nemiran ev êrîşa çekdarî li dar xistîye’’.

Piştî vê êrîşa PKKê ya li Enqereyê, Dewleta Tirkîyeyê ev êrîşa kir behane û li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşeke leşkerî ya berfireh destpê kir. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê êrîşeke gelekî berfireh bir ser cîh û warên sivîlan; navendên av û elektrîkê. Di encama van êrişan de heta niha gelek sivîlan jîyana xwe ji dest dane û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê hîna jî berdewam dikin.

Êrîşa PKKyê ya li Enqereyê, di encamê de xizmet ji wê yekê kirîye ku, Dewleta Tirkîyeyê bikaribe stratejî û planeke xwe ya nû bicîh bîne û dîyar dibe ku PKK dê di wê sîyaseta xwe ya şîdetê, ya şaş û zerarê dide miletê Kurd, dide gelê Kurdistanê de bi îsrar e.

PKKyê di salên 2015 û 2016an de, bi wê sîyaset û kiryara xwe ya xendek û barîqatan zerareke mezin da destketîyên gelê me, doza gelê me bi dehan salan bipaşde xist. Dewleta Tirkîyeyê di wê demê de ji bo ku bikaribe darbeyeke mezin li têkoşîna azadîya gelê me bixe, bikaribe destketîyên gelê me ji holê rake û bêhêvîtîyeke mezin li ser civatê bireşîne, pêwîstîya wê bi şerekî li nav bajaran hebû; sîyaseta PKKyê ya barîqat û xendekan jî rê ji vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê re xweş kiribû. Piştî ew texrîbata mezin ya berbiçav jî PKKyê ji ber vê sîyaseta xendek û barîkatan uzra xwe ji gelê me nexwest û her di wê sîyaseta xwe ya şaş û çalakîyên çekdarî de îsrar kir.

PKKyê her weha bi sîyaset, çalakî û helwestên xwe yên şaş yên li Başûrê Kurdistanê, rê ji dagirkerî û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî xweştir kirîye.

Di encama sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê yên 100 salî de, bi sedhezaran Kurdan canê xwe jidest dane; bi hezaran gund û cîh û war hatine wêrankirin, şewitandin; bi milyonan Kurd neçar man ku cîh û warên xwe bicîh bihêlin û koç bikin.

Lê sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê, nikarîbûye miletê Kurd ji holê rake, nikarîbûye rê li ber têkoşîna meşrû ya doza azadîya gelê me bigire.

Li gel vê rastîyê, Dewleta Tirkîyeyê hîna jî di sîyaseta xwe ya şerî, operasyonên leşkerî, asîmîlasyon, kuştin û têkdanê de bi îsrar berdewam e.

Dewleta Tirkîyeyê, bi dagirkirina Efrîn, Serê Kanî, Girê Sipîyê qîma xwe nayîne; ew dixwaze di nav hidûdê Rojavayê Kurdistanê de bi kûrahîya 30 kîlometran ‘’Herêmeke Tampon’’ ava bike; demografîya Rojavayê Kurdistanê biguhere û nufûsa kurdan daxe asta herî kêm. Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku dev ji vê sîyaseta xwe ya beyhûde ya li dijî kurdan berde; demildest dawî li van êrîşên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê yên li ser sivîlan û li ser cîh û warên jîyanê berdin. Herweha dawî li êrîşîn xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bînin.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî bi rêya dîyalogê û aştîyane bêne çareser kirin, li gel hemû partîyên kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, li gel Rêveberîya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, li gel hemû alîyên kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê rûnin û gavên pêwîst bavêjin.

Em bangî hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên civakî yên li Bakurê Kurdistanê dikin ku ji bo PKK dawî li hemû çalakî û kiryarên xwe yên ku zerarê didin gelê me bîne; ji bo Dewleta Tirkîyeyê dawî li sîyaseta xwe ya li dijî miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê bîne; dawî li operasyonên xwe yên leşkerî, şer, serdestkirin û kuştinên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê bîne; em bi yek dengî li himberî van şaşîyan destên xwe bidin hev û helwestek hevbeş bigrin.

Em bangî hemû alîyên Tirkîyeyê yên ku ji şerî, zilmê, neheqîyê, asîmîlasyonê re, ji sîyaseta li dijî kurdan re dibêjin ‘’na’’ dikin; werin bi gelê Kurdistanê re li himberî şerî û çalakîyên çekdarî dengê xwe bilind bikin.

Cîhê fikareyê ye ku, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê, Emerîka, Rûsya û dewletên mezin, çavên xwe ji van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê digirin.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê, Emerîka, Rûsya,Fransa û dewletên mezin dikin da ku li himberî êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser gelê sivîl û li ser navendên jîyanê helwestê bigirin û ji bo rê li ber van êrîşan bê girtin gavên pêwîst bavêjin.

Em ji şer, operasyonên leşkerî û şîdetê re dibêjin ‘’na’’; ji çareserîya sîyasî re dibêjin ‘’erê’’. Divê ji bo çareserîya pirsgirêkan rêya dîyalogê, rê û rêbazên meşrû esas bê girtin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1131 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:11:32