PWKê li Amed û Mêrdînê Roja Ala'ya Kurdistanê pîrozkir

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Mêrdînê û Amedê li kolanan Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir, û Alaya Kurdistanê dîyarîyî gel kir.
18.12.2023, Pts - 15:45
PWKê li Amed û Mêrdînê  Roja Ala'ya Kurdistanê pîrozkir
Nuçe Belav bike

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 17.12.2023yê li Qada Azadîyê ya Navçeya Qoser a Mêrdînê û li Fûara Pirtûkan a Amedê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir. Her wiha hat ragihandin ku Alayên Kurdistanê di nav gel de hatiye belav krin.

Li Qoserê Li Qada Azadîyê Ji Bo Roja Alaya Kurdistanê Pîrozbahîya PWKyê

Endamên Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê, roja 17.12.2023yê li Qada Azadîyê ya Qoserê bi Alayên Kurdistanê kom bûn.Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Alaya Kurdistanê de xwend.

PWKê di daxuyaniya xwe ya ku di tevna civakî de weşandiye da zanîn ku Qoserê pêşwazîyeke germ li vê çalakîya PWKyê kirine û piştgirî dane çalakîyê.

Berdevamiya daxuyanîyê de tê gotin ku; Gelek ciwanên Kurd piştî çalakîyê hatin avahîya Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê , memnûnîyetên xwe anîn zimên û daxwaza Alaya Kurdistanê kirin.

Li Fûara Pirtûkan ya Amedê Ji Bo Roja Alaya Kurdistanê Pîrozbahî

Her wiha hat eşkerekirin ku roja 17.12.2023yê, li Fûara Pirtûkan ya Amedê Alayên Kurdistanê li gelê me û li weşanxaneyên ku beşdarî fûarê bûbûn kir.Tê pêşbinî kirin ku gelê Amedê û weşanxaneyan bi germî pêşewazîya vê çalakîya PWKyê û Alayên Kurdistanê kirine.

Dawîya gotinê de; "PWKyê Fûara Pirtûkan a Amedê bi Alayên Kurdistanê xemiland. Piştî vê çalakîya PWKyê, polîsên Emnîyeta Diyarbekirê xwestin Alayên Kurdistanê yênku PWKyê dîyarîyî gel kiribûn berhev bikin, lê bi serneketin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:14