Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) doh (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî li Diyarbekirê semînerek li dar xist û Berdevkê PWKê Hanîfî Tûran moderatorîya wê semînerê birêvebir.
Di destpêkê de Hanîfî Tûran bixêrhatina kesên tevlînûyî kir û ji bo hemî şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin. Hanîfî Tûran di derheqa Roja Zimanê Kurdî de axaftineke kurt kir.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKê Mehmet Can Azbay jî daxuyanîya PWKê ya di derheqa Roja Zimanê Kurdî de xwend û paşê di derheqa Kovara Hawarê, rola Bedirxanîyan di hûnandina heykelê miletbûnê de girîngîya zimanê kurdî de semînerek da.
Li gel rêvebir û endamên PWKê, Serokê ŞIVÎDERê Azîz Ozalp û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd tevlî wê semînerê bûn.
Piştî semînera M.Can Azbay, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd îbrahîm Guçlu, Şêxmûs Dîp, Osman Karavîl, Mehmet Ekîncî û Ferhat Boskan jî di derheqa girîngîya lêxwedîderketina zimanê kurdî û têkoşîna ji bo fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî de dîtin û nerînên xwe anîn ziman.
Semîner bi awayekî berhemdar bidawî hat.