Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî 3yê Sibatê dest pê kir û dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî yên polên 5-6-7 û 8an xebatên partî, komele, sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdan berdewam dikin.
Birêvebir û endamên PWKyê doh li cade û qadên qelebalix ên Amedê ji bo xelkê ji dersa Kurdî ya nemecburî haydar bikin belavok belav kirin.
Endam û rêvebirên PWKyê li ser dersên nemecburî agahî dan xelkê û bangî malbatên Kurdan kir da ku heta 17ê Sibata 2025an ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrin.
Her wiha di wan belavokan de hatiye gotin ku divê Tirkiye perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî qebûl bike.
Endam û birêvebirên PWKyê diyar kir ku ev çalakiyan wan dê berdewam bike.