PWKyê Mazbataya Teşkîlata Navçeya Yenîşehîr ya Diyarbekirê Wergirt

Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê, di roja 20.08.2024ê de, ji alîyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Dîyarbekirê Mazbataya xwe wergirt.
21.08.2024, Çar - 09:55
PWKyê Mazbataya Teşkîlata Navçeya Yenîşehîr ya Diyarbekirê Wergirt
Nuçe Belav bike

Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê, di roja 20.08.2024ê de, ji alîyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Dîyarbekirê Mazbataya xwe wergirt.

Ji ber ku Serdozgerîya Mehkemeya Bilind piştî Kongreya Damezrandinê ya PWKyê, navê PWKyê qebûl nedikir, kongreyên bajar û navçeyan yên PWKyê jî nedihatin qebûl kirin.

Lê piştî guhartina Serdozgerîya Mehkemeya Bilind, navê PWKyê hate qebûl kirin, lê di derbarê partîyê doza girtinê her berdewam kir.

Piştî qebûl kirina navê PWKyê, astengîyên li ber li dar xistina kongreyên PWKyê jî ji hole rabûn û Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê mazbataya xwe wegirt.

Bi wergirtina mazbataya Teşkîlata Navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê, prosedura fermîbûna PWKyê gaveke din bi pêşve çû.

Rêvberîya Teşkîlata Navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê ya PWKyê li gelê me pîroz be.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) 

 

Vî nûçeyê tevayî: 454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:58:11