Parêzgariya Êlihê bi daxuyaniyekê ragihand, qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên saziyên sivîl ên ku berê ji ber nerazîbûnên li dijî danîna qeyûm hatibû ragihandin, 5 rojên din hat dirêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê biryara qedexeya çalakiyan dê heta 14ê Hezîranê berdewam bike.
Piştî danîna qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê, ji bo ku pêşî li çalakî û xwepêşandanên girseyî were girtin, Li hejmarek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê hemû çalakî, meş û daxuyanî hatine qedexekirin.