Qeymeqamê bibû sedema mirina zarokekî hat berdan

Qeymeqamê Kercewsê Server Sinanoglu yê ku li navçeya Bismilê ya Amedê bibû sedema mirina Muhammet Çelîk ê 13 salî bi biryara dadgehê ji girtîgehê hat berdan.
23.08.2022, Sal - 06:29
Qeymeqamê bibû sedema mirina zarokekî hat berdan
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryar dabû Server Sinanoglu bi tawana “ji ber bêtedbîrbûna sedema mirin û birîndariyê” û “bi awayekî serxweş bikaranîna otomobîlê” bê girtin û 2 sal û 6 meh cezayê girtigehê daxwaz kiribû.

Li gor agahiyan 11emîn Dadgeha Cezayên Giran 22ê Tebaxa 2022ê biryar da ku Sinanoglu ji Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê bê berdan û bêyî ku girtî be di 7ê Kanûna 2022ê darizandin berdewam be.

Di 15 Tîrmeha 2022an de li navçeya Bismil a ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê qeymeqamê navçeya Kercewsê a ser bi parêzgeha Êlihê Server Sinanoglu dema ku serxweş bû, bi otomobîla dewletê ya fermî li zarokê bi navê Muhammed Çelîk ê 13 salî dabû û di encam de wî zarokî canê xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:55