Qeymeqamiya Tetwanê şanoyeke Kurdî qedexe kir

Qeymeqamiya navçeya Tetwanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê şanoyeke Kurdî ya Komaleya Çand û Hunerê ya Serhedê qedexe kir. Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSPê) Meral Daniş nerazîbûn nîşanî biryara qeymeqamiyê da û got “Mixabin qedexe di serdema nû de jî bê navber berdewam in. Em van qedexeyên li dijî Kurdî qebûl nakin. Hûn nikarin zimanê Kurdî bidin jibîrkirin.”
21.06.2023, Çar - 05:52
Qeymeqamiya Tetwanê şanoyeke Kurdî qedexe kir
Nuçe Belav bike

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Erzeromê Meral Daniş Beştaş roja Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an di axaftina xwe ya li Parlamentoyê de ragihand ku Qeymeqamiya Tetwanê şanoyeke Kurdî ya bi navê "Haylo Dîsa Tevlîhev Bû" ya Komaleya Çand û Hunerê ya Serhedê qedexe kiriye.

Biryar bû her roja Sêşemê ew şano li Navenda Çandê ya Şaredariya Tetwanê bê nîşandan lê Beştaş diyar kir ku Qeymeqamiya Tetwanê bêyî ku ti hincetekê nîşan bide ew şano betal kiriye. Parlamentera YSPê nerazîbûn derbarê wê biryara qeymeqamiyê de nîşan da û got “Em van qedexeyên li dijî Kurdî qebûl nakin. Hûn nikarin zimanê Kurdî bidin jibîrkirin.”

Beştaş wiha axivî “Biryar bû bi organîzasyona Komaleya Çand û Hunerê ya Serhedê li Navenda Çandê ya Şaredariya Tetwanê şanoya bi navê Haylo Dîsa Tevlîhev Bû, bê nîşandan. Lê ji aliyê Qeymeqamiya Tetwanê ve bêyî ku ti hincetek bê nîşandan, hat betalkirin. Komeleyê di daxuyaniya xwe de gotiye: "Ev qedexe li hember gelê Kurd hatiye kirin. Ev qedexeyên ku em rûbirû dibin ji bo me tune ne. Em dê li hember van qedexe û sansûran di kîjan mercî de be jî nûnertiya zimanê xwe bikin û li ser hunera xwe berdewam bin." Belê mixabin qedexe di serdema nû de jî bê navber berdewam in. Me qedexeyên li hember zimanê Kurdî ti carekê qebûl nekirine. Em dest ji bikaranîna zimanê xwe bernadin. Em dê li ser hunera bi zimanê xwe jî berdewam bin.”

Di van demên dawî de berpirs û rayedarên Tirkiyê bi hincetên cûda yan jî bê hincet çalakiyên çand û hunerî yên Kurdî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexe dikin. Herî dawî roja Înê 16ê Hezîrana 2023an çalakiya Kurdî ya bi navê Çîrokên Xorasanê ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) jî ji aliyê qeymeqamiya navçeya Fatîhê ya Stenbolê ve hatibû qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 678 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:23