Rêxistinên Bakurê Kurdistanê dê meşeke aştiyane ji bo Çiyayê Cûdî li dar bixin

Zêdetirî salekê ye ku birîna darên devera Botan a Bakurê Kurdistanê berdewam e. Li çiyayên Cudî û Gabarê bi barhilgirên mezin darên Kurdistanê dibin û li bazaran difiroşin
10.09.2022, Cts - 06:55
Rêxistinên Bakurê Kurdistanê dê meşeke aştiyane ji bo Çiyayê Cûdî li dar bixin
Nuçe Belav bike

Ev zêdetirî salekê ye ku birîna darên devera Botan a Bakurê Kurdistanê berdewam e. Li çiyayên Cudî û Gabarê bi barhilgirên mezin darên Kurdistanê dibin û li bazaran difiroşin. Nerazîbûnên li hemberî vê yekê jî zêde bûne û biryar e 17ê Îlonê meşeke aştiyane bo Çiyayê Cudî were kirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê civiya. Wek ew dibêjin, armanca wan rê girtin e li talankirina xweza û birrîna daristanên Xozatê ya Dêsimê û Çiyayê Cudî.

Hevserokê Berê yê Şaredariya Perî ku ser bi HDPê bû û qeyûm li şûna wî hatiye danîn got, ew dê 17ê Îlonê meşeke aştiyane bo Çiyayê Cudî bikin. Wî bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaz ji Dêrsimiyan kir ku tevlî meşê bibin.

Hevserokê Berê yê Şaredariya Perî Orhan Çelebî got, “Nêzîka du meh dibe daristanên Şirnexê mîna daristanên Xozata Dêrsimê tên qirkirin û dikin komir. 17ê Îlonê bo rawestandina komkujiya daristanên Şirnexê ji herçar aliyên Tirkiyê berê xwe didin bajarokê Cizîrê û na bo komkujiyê.”

Li Çiyayê Cudî û dehan navçeyên din ên sînorê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê du meh dibe bi mohleta walîtiyê birrîna daristanan berdewam e. Rojane bi dehan barhilgir sedan ton ji wan darên hatine birrîn vediguhêzin bajarên Tirkiyê. Duşema borî platform û rêxistinên siyasî û sivîl li Amedê heman bang kirin.

Serokê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Murat Bilgiç jî got, “Heger ev xweza were tunekirin jiyan tune dibe. Ji ber wê em dibêjin bila hemû partî tê de cih bigirin. Kesên ku jiyanê diparêzin kî dibin bila bibin, fikra wan çi dibe bila bibe lê di em bi hev re dijîn, ji bo jiyanê bila kerem bikin em bi hev re bimeşin.”

Berdevka HDPê roja Pêncşembê li Enqerê daxwaz ji xelkê kir ku beşdarî wê meşê bibin ku 17ê Îlonê ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê bo Çiyayê Cudî tê kirin.

Berdevka HDPê Ebru Gunay anî ziman, “Li Cûdiyê xweza û daristan roj bi roj tên qetilkirin. Tenê di 7 mehên dawî de 108 daristanên Şirnexê hatine qetilkirin.”

Ji xeynî Çiyayê Cudî û navçeyên din ên sînorê parêzgeha Şirnexê, li daristanên bajarokê Xozatê ya Dêrsimê jî zêdeyî mehek dibe birîna daran bi îhaleyê destpê kiriye. Bi dehan hezar dar tên birîn û piştî dikin komir dixin bazarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:39:11