Riha: 4 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 kes hatin girtin.
27.09.2024, Cum - 09:49
Riha: 4 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin
Nuçe Belav bike

 Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 kes hatin girtin.

Ji ber “endamtiya PKK-KCKyê” 6 sal û 3 meh cezayê wan ê girtîgehê hebûye.

Fermandariya Cendermeyan a Rihayê li navçeya Hewagê bi ser gelek malan de girt.

Di encamê de 4 kes hatine girtin ku beriya niha derbarê wan de bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Hat ragihandin ku cendermeyan her 4 kesên hatine girtin birine girtîgehê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:20:56