Rıha: Di midaxeleya cendirmeyan de 22 karker hatin desteserkirin

Di 10emîn roja çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê de cendirmeyan midaxeleya çalakiyê kir û 22 karker û rêveberên Sendîkaya BÎRTEK-SENê desteser kirin.
06.12.2023, Çar - 14:22
Rıha: Di midaxeleya cendirmeyan de 22 karker hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Karkerên Ozak Tekstîlê ku 10 roj in ji ber guvaş û gefên xwediyê kar û sendîkaya jê îstifa kirine Oz-Îplikê, li ber deriyê kargehê di çalakiyê de ne.

Karker vê sibê li ber deriyê kargehê rawestiyan û nehiştin karkerên şîfta 80:00 heta 16:00 bikevin hindirê kargehê.

Li ser wê yekê cendirmeyan bi copan û gaza rondikrêj êrişî karkeran kir û 22 karker û rêveberên Sendîkaya BÎRTEK-SENê desteser kirin.

Li gor agahiyan di nava kesên desteserkirî de Rêveberên BÊRTEK-SENê Mehmet Turkmen, Deniz Kar, Mazlum Ayçiçek û 19 karker hene.

Herwiha di dema desteserkirinê de çend karker jî birîndar bûn û di nav ambualnsê de hatin dermankirin.

Piştê midaxeleya dijwar a cendirmeyan, karkerên ku di hundirê kargehê de kar dikirin jî ji kargehê derketin û piştgirî dan karkerên di çalakiyê de.

Karkeran bi gerandina govend û sloganan nerazîbûna xwe anîn ziman.

Karker dibêjin heta daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:12