Li Rihayê lehî: 5 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarên Rihayê û Semsûrê lehî rabû û 5 kesan canê xwe ji dest dan û 10 welatî jî winda ne.
15.03.2023, Çar - 07:10
Li Rihayê lehî: 5 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Êvara Sêşemê 14ê Adara 2023an li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji parêzgehên erdheja 6ê Sibatê ye û çend navçeyên wê pêleke baranbarînê destpêkir û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir.

Piştî karesata erdhejê, vê carê karesata lehiyê li bajarên Rihayê û Semsûrê yên bakurê Kurdistanê rû daye. Li gor zanyariyan, herî kêm pênç welatiyan canê xwe ji dest dane û 10 welatî jî winda ne ku du ji wan ji tîmên agirkûj in.

Derbarê karesatê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kir, avê konteynira malbatekê ku zirarmendên erdhejê bûn biriye. Ji malbata çar kesî, sê kes winda ne û kesek jî canê xwe ji dest daye.

Piştî baranê cadde û kolanên bajar di bin avê de man û avê avêt Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê, beşek ji kargeh û malên welatiyan. Otomobîl jî di çûn û hatinê de rûbirûyî pirsgirêkan bûn.

Herwiha ji ber bilinbûna asta avê nxweşên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê bo nexweşxaneyên din hatin veguhestin.

Li aliyê din li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê brûskê li welatiyê bi navê Omer Oturan da û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û kesê navborî rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa Omer Oturan ne cîgir e.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku tîmên wan ji bo kêmkirina bandorên nerênî yên baranê yên li ser welatiyan dest bi karûxebatan kirine.

Parêzgariya Rihayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê barîna baranê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an jî li parêzgehê berdewam bike û wan ji ber bandorên nerênî yên baranê, wê rojê li hemû dibistanên li seranserê parêzgehê xwendin ragirtiye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, roja Sêşemê 14ê Adara 2023an derbarê herêmên erdhejê de hişyariya barana zêde dabû. Saziya Keşnasiyê ragihandibû ku tê çaverêkirin ji îro û şûnde li parêzgehên Mereş, Meletî, Xarpêt, Amed, Riha û Mêrdînê baraneke gur û zêde destpê bike.

Saziya Keşnasiyê hişyarî dabû, ku divê welatiyên li wan bajaran ji ber metirsiya lehî, brûsk, teyrok û bahozê agahdar bin. Herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo çûn û hatina trafîkê tedbîran werbigrin. Ji bilî herêmên erdhejê tê çaverêkirin, li Çewlig, Mûş û Bedlîsê jî baran bibare.

Parêzgariya Rihayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê barîna baranê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an jî li parêzgehê berdewam bike û wan ji ber bandorên nerênî yên baranê wê rojê li hemû dibistanên li sernaserê parêzgehê xwendin ragirtiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 529 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:52