Rıha: Welatiyê şkence lê hatibû kirin banga edaletê dike

Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê, welatiyê bi navê Vedat Kurt yê berî 2 salan şkenceyên giran lê hatibû kirin banga edaletê dike
16.07.2024, Sal - 10:44
Rıha: Welatiyê şkence lê hatibû kirin banga edaletê dike
Nuçe Belav bike

Vedat Kurtê 22 salî ku bavê wî canê xwe ji dest daye, sala 2020an ji bo karkirinê diçe parêzgeha Antalyayê û di dikaneke temîrxaneya otobusan de dest bi kar dike.

Vedat Kurt dibêje, dema pereyê xwe dixwaze 4 hosta û xwediyên kargehê mûçeyên wî nadin û wî bi zorê digirin.

Vedat Kurt ku  niha li Sirûcê dijî, derbarê şkenceya lê hatiye kirin û pêvajoya dadgehê ji Rûdawê re axivî û banga edaletê kir.

“Min newêrîbû ji malbata xwe re tiştek bigota”

Vedat Kurt got:

“Bavê min nîne û ez sala 2020an ji bo kar çûm Antalyayê. Dema min mûçeyî xwe xwest, pereyên min nedan min û her 4 xwediyên kargehê yên şirîk li min da û şkence li min kirin.

Telefona min şikandin û bi telefona xwe li malbata min digeriyan û digotin bi kurê xwe re biaxivin.

Dema ez diaxivîm demançe dadanîn ser serê min û digotin `eger tu tiştekî ji malbata xwe re bêjî em dê te bikujin.`

Min newêrîbû ji malbata xwe re tiştek bigota. 2-3 rojan şkenceyên giran li min kirin.

Wan ez tazî dikirim û diranê min bi kelpetan kişandin.

‘Wêneyên şkenceyê dikişandin’

Wêneyên şkenceyê jî bi telefona xwe dikişandin. Wan sê mehan bi zorê ez di kargeha xwe de girtim û êvaran jî ez girê didam û derî li ser min digirtin û diçûn.

Piştî ku birînên min sax bûn, ez ji destê wan reviyam û min li qereqola polîsan gilî kir. Li ser giliyê min hatin girtin û doz hat vekirin.”

4 kesên şkence li Vedat Kurt kirine Ahmet Tahtaci, Serkan Tumuç û Adem Alici yên ji parêzgeha Dîlokê û Osman Tokdaşê jî ji parêzgeha Semsurê ye.

Dîmenên şkenceya li Vedat Kurt hatiye kirin ji aliyê polîsan ve di telefona şkencekaran de hatine girtin û di dosyeya dadgehê de cih girtine.

4 tohmetbar sala 2022an tenê 50 rojan di girtîgehê de mane û piştre hatin berdan.

Rûniştina dozê dê 16ê Çiriya Pêşîna 2024an li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê bi rê ve biçe.

Vedat Kurt daxwaza edaletê dike û dibêje, bila kesên şkenceyên giran li min kirin bêne cezakirin û li nav civakê bi serbestî negerin

Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:46