Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê bi daxuyanîyek Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.
14.05.2025, Çar - 14:06
Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be
Nuçe Belav bike

Roja 15ê Gulanê, roja ku komek rewşenbîrên kurd bi serokatiya Celadet Alî Bedirxan di sala 1932an de yekemîn hejmara kovara "Hawar"ê bi tîpên latînî derxistin, ji sala 2006an ve wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Ziman hilgirê dîrok, çand û hemû nirxên ku neteweyekê dike netewe ye.

Li hemberî her cure zext, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê, zimanê kurdî heta roja me ya îro hebûna xwe parastiye û ew yek ji zimanên herî kevnar û dewlemend ê cîhanê ye ku li bakurê Kurdıstanê di nav sînorên Tirkiyeyê de ji aliyê bi milyonan kurd ve tê axaftin.

Di 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de em careke din daxwaz dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin.
Divê kurdî li kêleka tirkî bibe zimanê fermî.
Divê kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê di her warî de bibe zimanê perwerdehiyê.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê

Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:38:11