Sê partîyên bakurê Kurdistanê ji bo referendûma 16 ê Nîsanê biryara boykotê dan !

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK),Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) û Partiya Demokrata Kurdistanê - Bakûr (PDK-Bakur) biryar dan, ku referansûma 16ê Nîsanê ya li Tirkiyê boykot bikin.
03.03.2017, Cum - 11:56
Sê partîyên bakurê Kurdistanê  ji bo referendûma 16 ê Nîsanê biryara boykotê dan !
Nuçe Belav bike

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK),Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) û Partiya Demokrata Kurdistanê - Bakûr (PDK-Bakur) biryar dan, ku referansûma 16ê Nîsanê ya li Tirkiyê boykot bikin.

Serokê Giştî yê PAKÊ Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê PDK-Bakûr Sertaç Bucak û Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek, li Cemyeta Rojnamevanan a li Amedê daxuyaniyekê hevpar a çapemeniyê de gotin; “Em piştgiriyê didin makezagonekê demokratîk û federal.”

Di daxuyaniya hevpar de her sê partiyên kurdî eşkere kirin, ku ew dê referandûma 16ê Nîsanê boykot bikin.

Partiyên kurdî diyar kirin, ku ji bo mirov bêje ev makezagonekê nû ye beriya hemû tiştan divê bi awayekî dadperwerane nêzîkî pirsgirêka kurd û Kurdistanê bibe.

Partiyan herwiha banga boykotkirina referandûmê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1490 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:05:00