Şandeke HDPê dawiya heftê serdana Herema Kurdistanê dike

Bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan şandeke HDPê dawîya hefteyê serdana Herema Kurdistanê dike. Mijara sereke ya serdanê yekitîya netewî ya kurd e.
03.04.2018, Sal - 10:41
Şandeke HDPê dawiya heftê serdana Herema Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Bi serokatiya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk (HDP) Pervin Buldan şandeke HDPê dawîya hefteyê serdana Herema Kurdistanê dike. Di naveroka serdana HDPê de mijara yekîtiya netewî ya kurdan heye.

Hat hînbun ku di nava şandeyê de parlamenterên HDPê Feleknas Uca, Osman Baydemir, Imam Taşçier û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û endama MYKyê Zeynep Boga jî heye. Li gorî agahîyan berdest şandeya HDPê dê roja înê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi partiyên sîyasî û rêxistinên heremê re hevdîtinan bike. Di nava hevdîtinên şandeyê yên li Hewlêrê de Serokê berê yê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezirê Herema Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û endamên parlamantoyê jî hene.

Şandeya HDPê paşê dê biçe Silêmanî û li vir bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Tevgera Goran û nûnerên partiyên din ên siyasî re jî hevdîtinan pêk bîne. Di hevdîtinan de rojeva siyasî û rewşa Rojava dê were axaftin û mijara sereke jî yekitîya netewî ya kurd e. Piştî hevdîtinan şandeya HDPê 8ê avrêlê dê vegere Tirkiyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî şandeyên HDPê gelek caran serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û bi rayedarên wir re têkildarî yekîtiya kurdan gotûbêj kiribûn. Herî dawî di îlona 2016an de şandeya HDPê bi serokatiya Hevserokê berê Selahattin Demirtaş jî di nav de komek parlamenter serdana Herêmê kiribûn û 3 rojan sazî û dezgehan ziyaret kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:49:15