Şaredarê Avkevirê ji DEM Partiyê îstifa kir

Şaredarê Navçeya Avkevirê ya Agiriyê Mehmet Ali Budak ji DEM Partiyê îstifa kir.
10.08.2024, Cts - 16:28
Şaredarê Avkevirê ji DEM Partiyê îstifa kir
Nuçe Belav bike

Şaredarê Navçeya Avkevirê ya parêzgeha Agiriyê Mehmet Ali Budak bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wî ji DEM Partiyê îstifa kiriye.

Mehmet Ali Budak got, “Li navçeyê hinek xizmetên ku em dixwazin bikin ji aliyê hinek kesên di nav DEM Partiyê de têne astengkirin.

Ji bo ku ez bi awayekî wekhev xizmeta hemû welatiyên me û Azerî, Qerepapak û Kurdan ên navçeya me ya kozmopolîtîk bikim ji Partiya Gelan aWekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îstifa dikim.”

Budak îdia dike ku ji ber beşdariya bername û cejnên fermî û wêneyê serokkomar dananiye ji nav partiyê hinek kesan zext lê kirine.

Budak got, “Çawa ku me di mîtînga xwe ya yekem de alaya Komara Tirkiyê daleqand a em di bin siya wê de dijîn û a me hemûyan e, ji vir û pê de jî dê li şaredariya me bê daleqandin, ez li pêşberî gelê me bi rêz xwe ditewînim û ji partiyê îstifa dikim.”

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li navçeya Avkevirê ya Agiriyê DEM Partî bi rêjeya ji sedî 55,24 bi ser ketibû û AK Partiyê jî ji sedî 40,50yê dendan bi dest xistibû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:53:38