Şaredariya HDPyê qeyûm hat danîn

Danana qeyyûman li şûna şaredarên HDPyê berdewam e û hikûmeta Tirkiyeyê vê carê jî dest dana ser şaredariya Cizîrê.
29.10.2019, Sal - 06:13
Şaredariya HDPyê qeyûm hat danîn
Nuçe Belav bike

Evro danê sipêdeyê Polîsên Asayîşa Şirnexê bi armanca agahdarkirina danîna qeyyûmî çûne mala Şaredarê Cizîrê Mehmet Zirix. Herwiha hejmarek zêde ji polîsan ew rê girtine yîn ku ber bi şaredariyê ve diçin.

Şaredarê Cizîrê Mehmet Zirix ji danana qeyyûmî piştrast kir. Li şûna şaredarê HDPyê, qeymeqamê Cizrê Davut Sînanoglu weku qeyyûm hate raspartin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de, HDPyê li Cizîrê 77% deng bi dest xwe anîbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 918 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:25