Sê polîsên li Amedê zarokê Kurd îşkence kiribûn hatin girtin

Sê polîsên ku di Newroza îsal de li bajarokê Licê yê Ameda Bakurê Kurdistanê zarokê Kurd îşkence kiribûn bi biryara dadgehê hatin girtin. Êvara roja Yekşemê 26ê Adara 2023an pênc polîs ku yek ji wan komîser bû û di çarçoveya lêpirsîna îşkencekirina ciwanê Kurd Y. Diken ê 14 salî de hatibûn desteserkirin, heman rojê hatin dadgehkirin.
27.03.2023, Pts - 05:52
Sê polîsên li Amedê zarokê Kurd îşkence kiribûn hatin girtin
Nuçe Belav bike

Bi biryara dadgehê sê polîs hatin girtin û dû ji wan jî hatin berdan. Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji wan pênc polîsên hatibûn desteserkirin, bi tohmeta “îşkencekirinê” sê ji wan hatine girtin.

Parêzgariya Amedê roja Yekşemê 26ê Adara 2023an ragihandibû ku derbarê îşkecekirina zarokê 14 salî yê li navçeya Licê de 1 komîser û 4 polîs bi giştî 5 kes hatine desteserkirin û her 5 kes jî ji kar hatine dûrxistin.

Li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê zarokekî 14 salî yê bi navê Y. Diken di roja Newrozê de rastî îşkenceya polîsan hatibû.

Wî zarokî gotibû polîsan gef lê xwarine ku eger Sirûda Neteweyî ya Tirkan ji ber neke dê bê kuştin û paşê jî dest û lingên wî girêdane ew avêtine cihekî tarî.

Y. Diken heta derengê şevê li wî cihî mabû û piştre gundiyek ku di wê derê re derbas bûye, ew dîtiye û dest û lingên wî vekirine. Wan polîsan li wî zarokê Kurd dabûn, çend birîn li ser laşê wî hene û metirsî heye çavekî xwe ji dest bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 415 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:19