Sê roj in ava Nisêbînê hatiye qutkirin

Îdareya Av û Avrêjên Mêrdînê (MARSU) ragihgand, ji ber pirsgirêkeke di depoya avê, av bo beşek ji navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê nayê dayîn
14.07.2022, Per - 06:11
Sê roj in ava Nisêbînê hatiye qutkirin
Nuçe Belav bike

Îdareya Av û Avrêjên Mêrdînê (MARSU) ragihgand, ji ber pirsgirêkeke di depoya avê, av bo beşek ji navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê nayê dayîn. Beşek ji xelkê navçeyê jî dibêjin ev 3 roj in av bo wê navçeyê nehatiye dayîn û li mizgeftan jî av nemaye.

Li navçeya Nisêbînê ev çend roj in ava welatiyan qutbûye. Îdareya Av û Avrêjên Mêrdînê (MARSU) derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, “Ji ber pirsgirêkeke di depoya me ya avê ya li Nisêbînê em nikarin avê bidin beşeke navçeyê. Ji bo ku di demek kurt de av bo navçeyê bê dayîn kar û xebatên me berdewam in.”

Beşek ji welatiyên navçeyê jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nerazîbûnê li beramber qutkirina ava navçeyê nîşan didin û dibêjin ev 3 roj in li Nisêbînê av qutbûye û li mizgeftan jî av nemaye. Her wiha bang li aliyên peywendîdar jî dikin ku demildest pirsgirêka wan bê çareserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:28