Semsûr: 2 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin
Di operasyoneke navenda wê li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê de 2 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin.
22.12.2023, Cum - 03:09
Li gorî zanyariyan tîmên Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê bi fermana Serdozgeriya Komarê bi hinceta eşkerekirina kar û çalakiyên PKKyê operasyonek da destpêkirin.
Tîmên cendermeyan di çarçoveya wê operasyonê de ku navenda wê li Semsûrê bû, li Rihayê 2 kesên bi navên F.O û Z.O bi îddiaya ku “wêneyên wan li gel endamên PKKyê hene û alîkariya PKKyê dikin” destserkirin.
Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî piştî karûbarên yasayî birin Dadgeha Semsûrê û bi biryara dadgehê hatin girtin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 936 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:16