Semsûr: Kesekî hevjîna xwe ya dayika sê zarokan xeniqand

Li Parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe ya dayika sê zarokan xeniqand û termê wê jî avêt nav bexçe.
20.07.2024, Cts - 10:24
Semsûr: Kesekî hevjîna xwe ya dayika sê zarokan xeniqand
Nuçe Belav bike

Bûyer doh li taxa Bahçelîevlerê ya Semsûrê çêbû.

Li gorî zanyariyan Kemal B. li malê ji ber sedemeke nediyar hevjîna xwe Esma B. ya 41 salî xeniqand û piştre termê wê xist çewalekî û avêt nav bexçe.

Li ser belavbûna bêhnê cîranan agahî dan polîsan.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristî çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê jina navborî  bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin û Kemal B. desteser kirin.

Hat ragihandin ku Esma B. dayika sê zarokan bûye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:23