Seokwezîr, balyozê Hollanda pêşwazî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja 26.11.2017'ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Holandayê li Iraqê Mategz Wlterz û Konsula Holandayê li Herêma Kurdistanê Janet Alberda kir.
27.11.2017, Pts - 07:14
Seokwezîr, balyozê Hollanda pêşwazî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku girtina balefirxaneyên Herêma Kurdistanê, bandoreke nerênî li gihandina alîkariyên mirovî ji bo penaber û koçberan û herwiha çareserkirina pêşmergeyên birîndar kiriye.

Di civînekê de Balyozê Holandayê li Iraqê Mategz Wlterz daxwaz kir, ku diyaloga di navebera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike.

Mategz Wlterz got, ku ew hatiye Hewlêrê daku ji nêzîk ve haydarî rewşa Herêma Kurdistanê bibe û diyar kir, ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Holandayê û Hevpeymaniya Navdewletî giring in û têkeliyên wan dê li gel Hewlêr û Bexdayê berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û xebatên hikûmeta Kurdistanê yên ji bo derbaskirina vê rewşê heye kir. Serkwezîr herwiha behsa reşnivîsa budceya Iraqê ya sala 2018ê kir û da xuyakirin, ku hikûmeta Iraqê beşa budceya herêma Kurdistanê kêmkiriye.

Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku ji bo destpêkirina diyaloga cidî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de rola civaka navdewletî di amadekirina atomsfereke

guncaw de giring e û ev yek dikare bibe alîkar da ku hemû pirsgirêk li gorî Destûra Iraqê werin çareserkirin.

Di axaftina xwe de Serokwezîr balkişande ser dorpêça li ser balefirxaneyên Herêma Kurdistanê û got: “Girtina balefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, di warê gihandina alîkariyên mirovî ji bo penaber û koçberan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve û çareserkirina nexweşiyan û pêşmergeyên birîndar bandoreke nêrênî kiriye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:13