Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk sala nû pîroz kir

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, sala nû pîroz kir
31.12.2023, Paz - 16:26
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk sala nû pîroz kir
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Mustafa Ozçelîk:

Bi hêvîya azadî, aştî û jîyaneke adilane, sala 2024an li gelên Kurdistanê û hemû Cîhanê pîroz be!

Miletê Kurd û kurdistanîyan salek din di binê nîrê dagirkerî, bindestî, zilm û zordarîyê; bi êş, azar û xeman dagirtî li dûv xwe hişt.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2024an de, li Bakurê Kurdistanê bibe salek geşbûna hişmendîya neteweyî, niştimanî ; tevgera milî, demokratîk, li ser xetek neteweyî û kurdistanî bikaribe yekitî û hevkarîyên neteweyî, sîyasî yên biîstîkrar, mayinde, kêrhatî û berfireh pêk bîne; hevahengî û hevrêzîya nava tevgera neteweyî û demokratîk xurtir û geştir bibe; tevgera neteweyî û kurdistanî bikaribe siyaseteke realîst ya ku dostên xwe zêde û dijminên xwe kêm bike, pêk bîne.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2024ê de kultura fedakarî, dilsozî, biryardarî, xebat, nefsbiçûkî, rêzlihevgirtinê di nav civata kurd û kurdistanîyan de berfirehtir û geştir bibe.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2024ê de li Bakurê Kurdistanê di nava potansîyela herî berfireh ya gelê Kurdistanê de li ser daxwazên acîl yên netewî, demokratîk hevkarî û tifaq bêne ava kirin; dawî li vî şerê bêencam bê anîn; rêya xebat û çareserîya sîyasî, demokratîk, sivîl bê vekirin;

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2024ê de bi yekrêzîya hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi piştgirî, hevkarî û alîkarîya hemû kurdên cîhanê, destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê bêne parastin; bi bicîhanîna madeya 140î, Kerkûk, Şingal û hemû navçeyên dagirkirî vegerin ser desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê; li ser bingehê hevkarî, hevrêzî û menfeetên neteweyî û demokratîk, yekgirtin û desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê xurtkirin û geşkirin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2024ê de li Rojavayê Kurdistanê hemû partîyên Kurdan li ser îdareyeke hevbeş ya leşkerî, sîyasî, aborî, dîplomasî û îdarî li hev bikin, wek alîyekî rêya destkeftîyên neteweyî, demokratîk xurtir bikin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2024ê de ,li Rojhilatê Kurdistanê hemû partîyên netewî, û niştimanî yekrêzîya xwe ava bikin; ji vê rewş û derfetên hatiye holê sûd bigrin û xwe ji bo bidestxistin û parastina mefên rewa yên netweyî, kulturî û civakî yên mayende amade bikin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala 2024ê pêşî li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo mirovahîyê bibe sala jîyaneke azad, demokratîk, dadwer û aştîyane.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2024ê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibe para jiyana gelê me.

Bi van hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî ez sala nû ya gelê me yê li Kurdistanê û li her welatekî cîhanê û ya hemû mirovahiyê pîroz dikim.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 556 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:30:24