Serokê Giştî yê CHPê serdana gundê Roboskê dike

Kemal Kiliçdaroglu dê 4ê Tebaxê roja Pêncşemê serdana gundê Roboskê yê ser bi qazaya Qilaban a Şirnexê bike û bi malbatên qurbaniyên komkujiyê re hevdîtineke pêk bîne.
03.08.2022, Çar - 14:50
Serokê Giştî yê CHPê serdana gundê Roboskê dike
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dê 4ê Tebaxê roja Pêncşemê serdana gundê Roboskê yê ser bi qazaya Qilaban a Şirnexê bike û bi malbatên qurbaniyên komkujiyê re hevdîtineke pêk bîne.

Kemal Kiliçdaroglu û hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglu li gel hin parlementer û rayedarên CHPê dê serdana gundê Roboskê bike.

Serokê CHPê Kiliçdaroglu ji beriya niha di gotarên xwe de gotibû ku ew û mexdûrên Roboskê, Mereşê, Sêwazê û mexdûrên zindana Diyarbekirê û malbata Ahmed Kaya dê hevdû fihêl bikin.

Kiliçdaroglu, par jî bi malbatên qurbaniyên Roboskê re bi riya telefonê axivîbû û gotibû ew dê hewla zelalkirina bûyerê bidin.

Di 28ê Kanuna 2011an de di encama bombebarana balafirên Tirkiyeyê de li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê piraniya wan zarok 34 gundiyên Kurd canê xwe ji dest dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:24