Serokê HUDA-PARê li ser bêrêziya li Şêx Seîd bertek nîşan da

Zekeriya Yapiçioglu li ser gotinên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umit Ozdag ku heqaret li Şêx Seîd kiriye, bertek nîşan da û got, “Roj bi bêjîngê nayê veşartin. Şêx Seîd hem jîr e, hem jî mucahîd e, hem şîretkarekî kamil e, hem jî şehîd e, hem jî zanayekî ku bi zanîna xwe çalak e.”
17.08.2022, Çar - 11:34
Serokê HUDA-PARê li ser bêrêziya li Şêx Seîd bertek nîşan da
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapiçioglu li ser gotinên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umit Ozdag ku heqaret li Şêx Seîd kiriye, bertek nîşan da û got, “Roj bi bêjîngê nayê veşartin. Şêx Seîd hem jîr e, hem jî mucahîd e, hem şîretkarekî kamil e, hem jî şehîd e, hem jî zanayekî ku bi zanîna xwe çalak e.”

Serokê Giştî yê Partiya Zafer a li Tirkiyê Umit Ozdag 14ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê Twiterê heqaret li Rêberê Kurd Şêx Seîd kiribû.

Parvekirina Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag ku tê de heqaretê li Şêx Seîd kir, rastî bertekeke mezin hat. Kurdan li ser Twitterê bertekek tund nîşan dan û xwestin ku ji Umit Ozdag hesab bê pirsîn û derbarê wî de serlêdana sûcê bê kirin.

Bikarhênerên Kurd ên medyayên civakî haştagên #SeyhSaidonurumuzdur (#şêxseîdrûmetameye), #şeyhsaidhalktır (#şêxseîdgele) vekirin û wêneyên Şêx Seîd parve kirin.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapiçioglu li ser gotinên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag bertek nîşan da û ragihand, Roj bi bêjîngê nayê veşartin

Zekeriya Yapiçioglu behsa kesayeta Şêx Seîd û girngiya rola wî di civakê de kiriye û diyar kiriye, ji ber kesayeta wî ya bihêz piştî 100 salan ji şehdatê, hêj hin kes ji Şêx Seîd bêzar dibin.

Yapiçioglu wiha dibêje, “Şêx Seîd hem jîr e, hem jî mucahîd e, hem şîretkarekî kamil e, hem jî şehîd e, hem jî zanayekî ku bi zanîna xwe çalak e. Ji ber vê sedemê sedsalek piştî şehadeta xwe jî bêzariya kesên ku dijminatiya Îslamê û mirovahiyê dikin berdewam dike.”

Duh 16ê Tebaxa 2022ê baroyên Amed û Rihayê jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê ragihandibûn ku wan ji ber heqaretên li Rêberê Kurd Şêx Seid bo Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag gilî tomar kirine.

Pêştir Komeleya Şêx Seîd jî ragihandibû li ser bêrêziya Ozdag a di derheqên Şêx Seîd de ew dê giliyê tomar bikin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, Kasim Firat ku bi xwe jî nêviyê Şêx Seîd e, ji Rûdawê re ragihand: “Em nizanin çima wiha diaxive. Mejî biçûk e, lê meîdê mirov li hev dixe. Lê em dê li ser rêya xwe berdewam bin.”

Li ser hesabê xwe yê twitterê jî Firat bi vî rengî nerazîbûna xwe nîşan dabû, “Behr bi devê kûçikan naherime. Kesên ku zimandirêjiyê û heqaretê li Şêx Seîd Efendî dikin, divê bizanibin em qet ji zalimên zordar û hevkarên wan netirsiyan, serî netewand. Şêx Seîd Efendî rûmeta gelê Kurd û bawermendan e. Ez bawer im ku ew ê bersiva pêwîst bidin faşîstên dijûnker.”

Çi bûbû?

Ozdag nexşeya bajarên Tirkiyeyê yên ku Sûriyeyî lê dijîn li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û got “Eger hûn van 2 nexşeyan bi baldarî lêkolîn bikin, hûnê bibînin ku Tirkiye bûye Filistîn. Filistîniyan bi gotina 'tiştek nabe' erdê xwe firotibûn. Li Tirkiyê heman pêvajo dijî. Partiya Zafer partiya ku li dijî filistînîbûna Tirkiyê li ber xwe dide. Dê serkeftin bibe ya Gelê Tirk.”

Li ser vê parvekirina Ozdag, parêzer Sidki Zîlan jî bi vî rengî şîrove kir “Cihû li Filistînê xwedî maf bûn. Pêxember Mûsa bi fermana Xweda zarokên Îsraîlî ji Misrê wergirt bir Filistînê, beriya wê Pêxember Îbrahîm li wir bicih bûbû. Kurd û Ereb jî li Tirkiyê xwedî maf in, li cihê beredayî xwe ne westîne; yan li cihê xwe bêdeng rûnê, yan here Japonyayê!. Bila rojhilatê Feratê ji me Kurdan re be, rojavayê wê jî bibe sê par; Tirk, Ereb û Kurd bi hev re bijîn. Me wê roje biryar da; Em wek kurd bi firehiya 100 km erd li ser xeta Diyarbekir-Edeneyê bistînin, divê em xwe bigihînin deryayê. Jixwe ji niha ve Mêrsîn ne bajarê Kurd û Ereban e?”

Li ser şîroveya Sidki Zîlan, Ozdg heqaret li Şêx Seîd kir û got “Kalê min ê rehmetî Lîwa Mikaîl, kûçikê Şêx Seîd ê ku vê digot bir Amedê. Ocalan ê ku herî dawî got, li Îmraliyê diçêre.”

Komeleya Şêx Seîd li ser hesabê xwe yê twitter bi awayekî tund bertek nîşanî Ozdag da û tê de ragihand “Kesê ku daxuyand ku ew kurê koçberê bervale Mikaîl û Mûzeferê darbekar e ku zimandirêjiyê li Şêx Seîd Efendî kiriye, Şêx Seîd rûmeta gelekî ye. Em wî navî di devê te yê bi gilêz de nadin çûtin, hoşt wir de here bervale Umît Ozdag.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 565 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:12