Serokwezîr Mesrûr Barzanî kargeha berhemên şîremenî li Mêrgesorê vekir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kargeha berhemên şîremenî vekir, ku yek ji projeyên girîng e ji bo berhemanîna berhemên şîremenî û pêkanîna derfetên kar ji bo nişteciyên navçeyê.
30.05.2023, Sal - 14:42
Serokwezîr Mesrûr Barzanî kargeha berhemên şîremenî li Mêrgesorê vekir
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 30ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, kargeha Zom a berhemên şîremenî li gundê Jajokê ya ser bi navçeya Mêrgesorê vekir.

Ev proje ji du beşên sereke pêk tê, ku kargeha Zom ji bo berhemên şîremenî û herwiha binkeyên komkirina berhemên ajeldar û cotkaran.

Niha 12 binke hatine temamkirin û berheman werdigrin, heşt binkeyên nû jî di qonaxa cîbicîkirinê de ne, di siberojê de jî binkeyên din li gor pêwîstiya kargehê dê bêne zêdekirin.

Cihê kargehê dikeve gundê Jajokê yê li sînorê qezaya Mêrgesor, proje li ser rûberê 13 hezar û 46 metre çargoşe hatiye avakirin.

Qebareya berhemanînê li kargehê, rojane 20 ton e, şiyana wê heye ku bigihe 50 ton û hemû amûrên nav kargehê di baştirîn cûreya “Stain less steel" hatine dirustkirin.

Herwiha di nav kargehê de taqîgeheke taybet heye ji bo pişkinîna şîr û dilniyabûna kalîteya şîr ku digihe kargehê û berhemên ku di nav kargehê de têne berhemanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:10:46