Şewata li Mêrdîn û Amedê: Hejmara miriyan bû 12
– Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê de mirine gihiştiye 12an.
22.06.2024, Cts - 07:01
Doh bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.
Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca derbarê şewatê daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku 12 kesan canê xwe ji dest daye.
Fahrettîn Koca herwiha eşkere kir ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.
Koca got ku 5 birîndar li Amedê tên tedawîkirin û rewşa 3yan ji wan xedar e.
Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:41:43