Şêx Ebdulselam Barzanî li Amedê hat bibîranîn

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Amedê Şêx Ebdulselam Barzanî bi semînerekê bibîranîn.
14.12.2019, Cts - 15:52
Şêx Ebdulselam Barzanî li Amedê hat bibîranîn
Nuçe Belav bike

Bibîranîna Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di serî de daxuyaniya hevpar a PAK û PSKê ji alîyê Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifî Turan ve hat xwendin.

D daxuyaniya PAK û PSKê de wiha hat gotin: “Em îro weke PAK û PSK bi minasebeta bibîranîna rêberê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî vê semînerê li dar dixin. Şêx Ebdulselam Barzanî, pêşmerge bû, herweha Serfermandarê Pêşmerge bû. Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû. Şêx Ebdulselam Barzanî, reformxwaz bû. Şêx Ebdulselam Barzanî,bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê danîye.

Şêx Ebdulselam Barzanî, rêberekî netewî, niştimanî bû. Bername û daxwazên milli, niştimanî yên gelê Kurdistanê pêşkêşî Dewleta Osmanî kir. Dewleta Osmanî ev daxwaz qebûl nekirin û bi vê jî nema, êrîşî gelê Kurdistanê kir. Gelê Kurdistanê bi serokatiya Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand, berxwedaneke meşrû û qehremanane pêk anî.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Belê Şêx Ebdulselam Barzanî hate darvekirin. Lê Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand. Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet a ku Şêx Ebdulselam Barzanî teslîmî gelê Kurd kir neket erdê, têkoşîna gelê me ranewestiya.Têkoşîna gelê me bi Serokomarîya Pêşewa Qazî Mihemed, bi îlankirina Komara Kurdistanê gihîşte asteke bilind. Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê li Mehabadê li Meydana Çarçirayê li ba da.

Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet, ew alaya rengîn ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanêliba dibe. Ew berxwedan û têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê me ve berdewam e.”

Piştî pêşkêş kirina daxuyanîya PAK û PSKê, dîroknas, lêkolîner û nivîskarê Kurd Kerem Serhadî axivî û qala xebat û jiyana Şêx Abdulselam Barzanî kir. Kerem Serhadî, di derheqê reform, bîr û bawerîyên Şex Abdulselam Barzanî de agahdarîyên berfireh da.

Hejmarek endamên PSK û PAKê, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedarê Kurd û rojnamevan û welatî beşdarî bibîranînê bûn.

Şêx Ebdulselam Barzanî 105 sal berê, di roja 14ê Kanûna 1914an de li Mûsilê ji aliyê dewleta Osmanî ve hate darvekirin. Gava Şêx Ebdulselam Barzanî hate darvekirin, Suleyman Nazîf ê Amedî Walîyê Mûsilê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 911 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:00