Sirrî Sakik: Daxuyaniyên rêzdar Barzanî ji bo me pir giring in!

Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik ku çend roj berî naha li gel Ahmet Turk bi Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqere civiya bû derbarê vê hevdîtinê de, programa partiya wan a Newroza sala nû û pêşketinên siyasî de hin daxuyaniyên giring dan.
01.03.2017, Çar - 12:50
Sirrî Sakik: Daxuyaniyên rêzdar Barzanî ji bo me pir giring in!
Nuçe Belav bike

Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik ku rojên borî di nav heyeta ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya de bû, ji bo vê hevdîtinê jî got: Beyanatên Rêzdar Barzanî ji bo me pir giring in. Ew li Iraqê jî, li gel hikûmeta vir jî, miroveke bi bandore û di doza kurd de aktorek gelek giring e. Wî ji me re beyan kir ku ji bo aştî û aramiyê çi kar bi keve ser milî wî ew amade ye. Ji berê de peywendiyên me yên bi vî rengî erênî pê re hene.

Sakik balê kişand ser prosesa çareseriyê ya doza kurd û Newroza sala 2013an ku ji bo agirbestê gavên berbiçav hatibûn avêtin û got: "Roja Newroza 2013an xelkên me ji dojehê derketin û ketin nav bihuştê. Şer û tundutijî, êrîş, kuştin û mirin karîgeriyek mezin li ser xelkan çêkiribû. Lê bi banga Birêz Ocalan yê ji bo agirbestê hemû derdor henasek nû wergirtibû. Ew nîşaneyên rojên xweş bû. Lê mixabin wan rojên han di dîrokê de man."

Sakik ji bo Newroza îsal jî got:"Divê em careke dî wê atmosfera Newroza sala 2013an tevbigerin. Li hemû meydanan divê em banga aştiyê bikin. Ne bi şidet, ne şer, ne bi tundutijî, li dijî vana divê Newroz ji bo me bibe rêya aştiyê, aramiyê."

Sakik li ser pirsa gelo ji bo vê mijarê xwerexneyên HDPê jî tune ne? Got: "Di dinê de dû cure hene ku ew nikarin xwe biguherînin. Ya yekê kesên dîn nikarin xwe biguherînin, a duyê jî mirî nikarin xwe biguherînin. Di mijara doza kurd de hikûmet jî û em jî em dikarin xwe biguherînin. Divê em û hikûmetê em muhasebeyek berfireh ya navxweyî bikin.

Divê em bipirsin bê me li ku xeletî kiriye. Divê Newroza nû ji bo vê yekê wek fersendekê be. Rastiyek heye ku bê ka lê binêrin, çend operasyon û çend qeyûman avêtine ser şaredariyên me, bê çawa hevalên me girtine û avêtine hepsan. Em bixwe jî di komcivînên xwe de xetayên xwe difikirin. Nîqaş dikin. Divê paqijiyek a bûharê bê çêkirin. Divê bi vê Newroza nû prosesek nû bê destpêkirin."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:35