Siyasetmedarê Kurd li cihê Komkujiyê muzexaneyeke vekirî ava kir

Parlamenterê berê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Mahmut Alinak ragihand ku wan di salvegera 29emîn a Komkujiya Dîgorê de li cihê ku qetlîam lê pêk hatiye muzexaneyeke vekirî ava kirin.
15.08.2022, Pts - 06:19
Siyasetmedarê Kurd li cihê Komkujiyê muzexaneyeke vekirî ava kir
Nuçe Belav bike

Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak li ser hesabê xwe yê Twitterê videoyek belav kir û têde diyar kir ku ji bo bîranîna qurbaniyan muzexaneyek vekirî ava kirine û wiha got: “Îro 29emîn salvegera Komkujiya Dugorê ye.

Li vir komkujî pêk hat. Me dar çandin û li vir muzexaneyeke vekirî ava kir da ku ew komkujiya hovane neyê jibîkriin. Çawa ku ‘Dîwarê Şînê’ yê ku ji Mescîda Eqsayê ya Qudsê maye, ji bo Cihûyan perestgeheke pîroz e, ev der jî dê ji bo me bibe cihekî pîroz.”

Alinak teqez dike ku li cihên Komkujiya Koçgirî û Zîlan û qetlîamên piştî wê jî bi heman rengî dê muzexane bên vekirin û got: “Ew muzexane dê di salvegera komkujiyan de ji raya giştî re werin vekirin. Dîrok ji bîr nake, em jî ji bîr nakin û teqez em dê hesabê wê bipirsin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:24