Termê ciwanê ku winda bibû li Çiyayê Kato hat dîtin

Li navçeya Şaxê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê termê ciwanê 23 salî ku roja Sêşemê li ber pez winda bibû hat dîtin.
13.01.2023, Cum - 05:51
Termê ciwanê ku winda bibû li Çiyayê Kato hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan li taxa Ferhînîs a girêdayî navçeya Şaxê ya ser bi parêzgeha Wanê ve, ciwanê 23 salî Mazlum Taniş roja Sêşemê 10ê Çileya 2023an ajelên xwe ji bo çerê birin Çiyayê Kato, lê piştî demekê venegeriya.

Malbat û kesûkarên wî li ser vê yekê ji bo dîtina Taniş her wê rojê karûxebatên lêgerînê dan destpêkirin, lê ciwanê navborî nehat dîtin.

Piştre kesûkarên wî tîmên Rêvberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ji rewşê agahdarkirin û wan jî li navçeyê dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Piştî 2 rojan ji xebatên lêgerînê termê Mazlum Taniş 40 kîlometre dûrî navçeyê li bin zinarên li berpala Çiyayê Kato hat dîtin.

Hat ragihandin termê ciwanê navborî ji bo karûbarên otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê hatiye rakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:24