Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) bi operasyonekî berpirsê çalakiyên Tirkiyê yê rêxistina YPS (Yekîneyên Parastina Sivîl) a ser bi PKKê yê bi navê Ozgur Alparslan ku wek Ozgur Şoreş tê naskirin bê bandor kir.
22.07.2023, Cts - 10:45
Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand
Nuçe Belav bike

Li gor Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiyê, Ozgur Alparslan ji sala 2019ê ve berpirsê PKKê yê Tirkiyê bûye û ji bo nav Tirkiyê çalakiyan pêkbîne planên çalakiyan dariştiye.

Li gor heman daxuyaniya ajansa fermî ya Tirk, bi rêya sîxurên taybet hatine erkdar kirin ên MÎTê ve, hatiye zanîn ku ew berpirsê YPSê ji bo li nav Tirkiyê mijûlê plana pêkanîna çalakiyane û ji bo wê jî li gel wan endamên rêxistinê yên beşdarî çalakiyan bibin derbasî herêma Gare bûye.

Li ser vê agahiyê MÎT bi operasyonekî ew berpirsê PKKê, li gel endamên din ên rêxistinê yên ku li gel bûn, bê bandor kiriye

Li gor Ajansa Anadolu Ozgur Alparslan berpirs bûye ji şewitandina daristanên li navçeya Manavgat a Antalyayê ya sala 2021ê û li gel şewatên li Mugla, Mersîn û Hatayê, ku zêdetirî 150 hezar hektaran daristan şewitibû û herwaha damezrînerê rêxistina ‘’Agirên Rojê’’ bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:38:50