Wan bi hatina geştyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê geş bûye

Bajarê Wanê ji ber hevsînorbûna xwe li gel Rojhilatê Kurdistanê, di hemû demsalên salê de cihê bijarte yê geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye.
20.03.2023, Pts - 07:36
Wan bi hatina geştyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê geş bûye
Nuçe Belav bike

Bi hatina Newrozê re ku bêhnvedana Newrozê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 15 roj in, careke din geştiyarên berê xwe dane Wan a Bakurê Kurdistanê. Wan jî bi hatina geştiyarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê geş bûye û xwe ji bo hatina wan amade kiriye.

Her sal ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi deh hezaran kes di betlaneya Newrozê de ku du hefteyan berdewam dike, serdana Wanê dikin.

Bajarê Wanê hemû amadehiyên xwe bo pêşwazîkirina geştyarên betlaneya Newroza 2023ê temam kirine.

Xwediyê Otelê Sebahattin Duran li ser hatina geştyaran got, “21ê mehê wek roja Newrozê hatiye ragihandin. Em ji 19ê mehê ve êdî çaverêya mêvanên xwe dikin. Rezervasyonên me heta %80-90 tijî bûne. Me li gor wê hemû amadehiyên xwe temam kirine. Em niha li benda mêvanên xwe ne.”

Geştyar bi roj li cihên dîrokî û geştyarî yên bajêr digerin û bi şevan jî cil û kelûpelan dikirîn û herwiha di şahiyên taybet ku bo wan tên organîzekirin de demên xweş derbas dikin. Bi hatina geştyarên Newrozê aboriya bajêr jî geş dibe.

Geştyar Cevat Hisênzade got, “Wan bajerekî gelekî xweş e, em jê hezdikin û bo me bajarekî hêja ye. Herwiha bo kirîna tiştan jî, em ji bo kirîna tiştan hatine. Me cil û kelûpelên malê kirîn.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê, meha Çileyê ragihand, di 11 mehên destpêkê yên sala 2022ê de 700 hezar geştyaran serdana Wanê kirine, ku 412 hezar û 408 kes ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûne. Herwiha dahata Wanê ya 2022ê ji geştyariyê 350 milyon dolar bûye.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 590 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:55