Xarpêt jî wek devera karêsatê hat ragihandin

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê jî weke devera karesata erdhejê hatiye ragihandin û got: “Bi fermana Serokkomarê me ji ber ku erdhejê bandor lê kiriye, Xarpêt jî dê weke devera 11emîn a erdhejê bê nirxandin.”
16.02.2023, Per - 05:49
Xarpêt jî wek devera karêsatê hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 ku navenda wê bajarê Mereşê bû, li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes. Erdhejê li parêzgeha Xarpêtê jî zererek zêde gihand welatiyan lê ew parêzgeh wek devera karesatê nehat ragihandin.

Berdevkê AKPê Omer Çelîk Roja Çarşemê 15ê Sibata 2023an piştî civîna Encûmena Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe ragihand ku Xarpêt jî weke navçeya karesatê hatiye ragihandin.

Çelîk got: “Me navê 10 parêzgehan dianî. Bi fermana Serokkomarê me ji ber ku erdhejê bandor lê kiriye, Xarpêt jî dê weke devera 11emîn a erdhejê bê nirxandin. Ji ber wê jî em dê ji niha û şûnde navê 11 parêzgehan bînin.”

Berdevkê AKPê ragihand di erdhejê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 35 hezar kesan canê xwe ji dest dane

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:50:13