Lêkolîner û welatiyên kurd ên li Diyarbekirê ev gotinên Erdogan nirxandin û gotin ku; rast e ji bo çareserkirina pirsa kurd AK Partiyê gelek gav avêtin, lê belê niha pirsa kurd kûrtir bûye.
Gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, yên derbarê pirsgirêka kurd de li Diyarbekirê rastî bertekan hat. Li gorî nirxandina rêveberên saziyên lêkolînan, pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkeke navneteweyî û her çiqas Erdogan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hin gav avêtibin jî nikare bibêje wan ev pirsgirêk bi temamî çareser kirine.
Rêveberê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu ji re diyar kir: “Tu nikarî bibêjî pirsgirêka kurd tune ye, dema ku Selahedîn Demîrtaş di zindanê de be, ji bo şaredariyan qeyûm hatibin tayînkirin, hê jî kurdî bi fermî nehatibe naskirin tu nikarî bibêjî pirsgirêka kurd tune ye. Tiştên ku AK Partiyê kirin baş bûn, ti kesê bi qasî wan gav neavêtin. Divê heqê wan were teslîm kirin. Lê belê ji vê astê paşve çûne, niha vê meseleyê nas nakin. Divê ev nakokî were dîtin û pirsgirêka kurd were qebûlkirin.”
Siyasetmedarên desthilatdariyê li Enqereyê dibêjin ku wan pirsgirêka kurd çareser kirine. Di nava kuçe û kolanên Diyarbekirê de, gelo ji aliyê welatiyan ve jî ev pirsgirêk hatiye çareserkirin? An hê jî wekî xwe ye? an jî kûrtir bûye? Rewşa wê çawa ye? Kurdistan24 van pirsan ji xelkê dipirse. Ka bersiva Diyarbekir ji bo Enqereyê çi ye?
Abdullah Derîn dibêje: “Divê li dibistanên me perwerdehî bi kurdî be. Ji ber ku zimanê me kurdî ye. Lê belê perwerdehiya bi zimanê kurdî tine ye. Kê ev pirgirêk çareser kiriye, çawa çareser kiriye! Ez nizanim. Kê çarser kiriye? Kî dibêje min çareser kiriye?”
Îsmet Koeoglu diyar dike: “Em dibêjin bila heq û hiqûq û edalet hebe, bila her tişt bi aşitiyê bê çareserkirin. Bila her kes wekhev be.”
Partiyên opozîsyonê, saziyên civaka sivîl û welatî; piştgiriya hemû hewlên çareseriya demokratîk dikin lê bele berovajî rayedarên desthilatdariyê difikirin û dibêjin; heta ku kurd mafên xwe yên rewa bi riya destûra wernegirin, pirsgirêka kurd çareser nabe.