Xelkê Tetwanê: Şaredariya AKPyî me bê av hiştiye

Li navçeya Tetwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve nîştecihên taxekê ji ber nebûna avê bi ser depoya avê de girtin û ava hemû navçeyê birîn.
24.08.2022, Çar - 06:23
Xelkê Tetwanê: Şaredariya AKPyî me bê av hiştiye
Nuçe Belav bike

Serokê Sazmana Rojnamevanên Bedlîsê Sînan Aygul li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam û dîmen belav kirin û got: “Li navçeya Tatwanê ji ber nebûna avê xelkê bi ser depoyên avê de girtin û ava bajar birîn lê kesekî berpirsiyar mixetab nedîtin. Şaredariya AKP yî nikare bajar birêve bibe.”

Di dîmenan de jî xuya dike ku Serokê Sazmana Rojnamevanên Bedlîsê Sînan Aygul bi xwe çûye cihê bûyerê û pirsgirêkên xelkê guhdar dike. Herwiha li gor agahiyên Aygul piştî hewldanên wî ava bajêr hatiye vekirin.

Navçeya Tetwanê ji aliyê Serokê Şaredariyê Mehmet Emin Geylanî yê AKPyî tê birêvebirin. Beriya demekê li navçeyê ji ber çênekirina rêyan jinan bi girseyî rê girtibûn û çalakî kiribûn.

Hejmareke xelkê ku li cihê depoyên avê kom bûbûn nerazîbûna xwe anîn ziman ku şaredarî xizmeta bajêr nake û bo pirsgirêkên wan jî nabe mixatab.

Nîşteciha Tetwanê dibêje “Ava me tine, rêya me xerabe ye, nexweşên me hene, bêhn ketiye nexweşan. Ka xwedê vê qebûl dike? Ma qey taxa gawiran e, Tetwan nîne?”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:47