Xizmên hevjînê berê yê bûkê gule li dawetê reşandin

Li parêzgeha Dîlokê ya ya Bakurê Kurdistanê xizmên hevjînê berê yê bûkê gule li dawetê reşandin.
24.11.2023, Cum - 08:27
Xizmên hevjînê berê yê bûkê gule li dawetê reşandin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Dîlokê ya ya Bakurê Kurdistanê xizmên hevjînê berê yê bûkê gule li dawetê reşandin.

Di vê êrişê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê şeva borî li Taxa Aydintepeyê rû da.

Xizmên hevjînê berê yê bûkê hatin kolana ku dawet lê tê kirin û ketober gule li xelkê reşandin.

Murat Karayê 32 salî li cihê bûyerê mir, 4 birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Polîsan li cihê bûyerê û derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Li aliyê din, ji bo êrişkar werin girtin xebat didomin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 599 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:50