Xwendekarek li Bakurê Kurdistanê hat kuştin

Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, du xwendekarên lîseyê şer kirin û yek hat kuştin.
04.11.2022, Cum - 10:31
Xwendekarek li Bakurê Kurdistanê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, li Taxa Karşiyakayê ya Çewligê di navbera xwendekarên lîseyê B.Y. ê 16 salî û U.Î. yê 16 salî ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket. Di encama nîqaşê de xwendekaran şerê hevdu kirin û U.Î bi kêrê li B.Y. da û ew bi giranî birîndar kir.

Piştî agahdarbûna ji bûyerê, hêzên polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gor zanyariyan, B.Y. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hat veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Herwiha kujer U.Î. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:21