Yekbûn û Şerê Nû

60 milyon Kurd jîyaneke wêran û bê mîne jîn dikin û ev heye 317 sal jibon ti kesî nebûye xem, lê divabê jibon Kurde xem bê, dert bê, keder bê, merem û elem bê. Çareserì ye wê YEK BÛNE. ..Cîm û lam jêre navê.
20.06.2020, Cts - 22:23
Yekbûn û Şerê Nû
Nuçe Belav bike

Rewş tevlî hevdûye û Rojev û pêşeroj germe û germe dibê. Li Cîhanê ti Gel ne di pozîsyone Gelê Kurdeye. Em li pey çime naçin, jibon ku Dîrok heşkereye. Ji parçebûn, penaberbûn, Enfal, qatlîam û hwd mîne Kurd nehatîye serê ti Gel û welatî, ew aqîbete wêran hênjî berdewame, yek münasebet gelek mûhîme û role xwe heşkere kirîye, ew jî ""YEK BÛN'e "".Dema Kurd yekîtîye xwe anîye rojevê cîran û hinek xêrnexwazê dagirgerî ên Kurd'e xewn û xeyalê wa tar û mar bûne û dibin.

..60 milyon Kurd jîyaneke wêran û bê mîne jîn dikin û ev heye 317 sal jibon ti kesî nebûye xem, lê divabê jibon Kurde xem bê, dert bê, keder bê, merem û elem bê. Çareserì ye wê YEK BÛNE. ..Cîm û lam jêre navê.

..Ev heye ku çend roj, Hêz û partîyê Kurde jibon yek bûnê çend gav avêtin, wey bavo qîyamet rabû, Medya nîsk û kizwane li nav hevdû xistin, ev çawa ehlaq û Medyavantîye, dema Eyşê mafê xwe bi parêzê, çime jibon Xensê heram, gûneh û qedexe bê, ev ehlaqê şaş şermezar kirin heq kirîye,

..Kurd refarandom pêk anîn, wey hawara ji ezmane kevir bârîn, li Bakûr jibon yek helwestîyê û yekîtîyê ,Partî, hinek hêz û komelê Kurd gav avêtin û 18-19 /2020 'de komxebatek li Amed pêk anîn ya stâr qomlger û hinek şaş qîyamet rakirin, ev tê fahm kirin, ku Yek bûn jibon Gelê Kurd farze. ...Em kârin çend pirse bi pirsin, -1-Yekbûne Kurde çi zerar û zîyanè didê Cîhan û cîranê Kurde?

-2-Dema Kurd bindest û perîşan bin, jîyane Cîhan û Cîranê Kurde xweştire?

-3-Çime mîlyonek xelk xwedî komar û mafê Azad'in, 60 mîlyon Kurd ji her mafê xwe mahrûmin? Eve heq û heqanet. Êdî wextê ku tev cîhan bêjê ev zilme liser Kurde BESE.....Dema wê hat û derbas jî búye. Mimkine kûfir dom bikê, lê zilm dom nakê..!Îro vîrûsekê cîhan êsîr kirîye, divabê herkes nûjen tefekûr bibê, ev jî gûnehkàrtîye însane..

..Cîhan divabê kûmê xwe dênê ber xwe û nûjen tefekûr bibê û çi pisgirêkê ku hene zû û nedereng çareserîyê bînê, bi taybetî Cîranê Kurde, bêjin em amedene jibon heq û heqanet û Edalet'tê, dema ev nebê, qîyamet wè ne dûr bê, yekî gote ên dîtir, ku ezê cezekî bidim te, ên dîtir ku çi cezeye? Ku ezê bi gûhê te bigrim û li cîhan'ê bigerînim, ên dîtir kenî, ku çi bú? Ku ma em ne bi hevdûrene? Ku belê, ciwamêr gote hevalê xwe ku fermo. ..*

..EM HÊVÎDARIN ŞER, ZILM, BINDESTÎ, VÎRÛS XILAS BIBÊ .......!Mamoste Nivîskâr sîyasetmedar PDK-T'ye Nisêbîn'e wêranim. ...Rêz û silav...

 

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 1043 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:09