Yekemîn Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahîr Elçî diyarî Jîna Emînî hat kirin

Yekemîn Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî ji bo malbata keça Kurd Jîna Emînî ya ku li Îranê di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû hat dayîn.
28.11.2022, Pts - 05:34
Yekemîn Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahîr Elçî diyarî Jîna Emînî hat kirin
Nuçe Belav bike

Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî îro danê êvarê bi boneya salvegera serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28ê mijdarê de hatibû kuştin li li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê çalakiyek saz kir.

Di çarçoveya çalakiyên weqfê de merasîma “Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî" ya yekemîn jî hat li darxistin.

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî diyar kir ku ew xelet care yekemîn e tê dayîn û da zanîn ku “Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî” diyarî Jîna Emînî dikin.

Turkan Elçî got: “Dayîna xelatê bo Mahsa (Jîna) Emînî ji bo me biryareke girîng bû. Em xemgîn in ku ji ber ku vê xelatê diyarî bûyereke wisa dikin. Xwezî me ev xelat ji xeynî jineke kuştî bida kesekî ku di qada azadiyê de me bi rê ve bibe û me şad bike. Lê mixabin aliyekî me îşev xemgîn e. Xwezî bûyereke wisa neqewimî bûya.”

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 719 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:48