13 berpirsên Goran nameyek bo Newşîrwan Mistefa rêkirin!

Berpirsek Tevgera Goran amaje bi vê yekê dike ku rewabûna beşek ji berpirsên Tevgera Goran û endamên civata niştimanî û giştî dikeve bin pirs de û dibêje: ‘’Helbijartinên navxwe yên Goran pir ser re derbas bû.’’
15.04.2017, Cts - 15:14
13 berpirsên Goran nameyek bo Newşîrwan Mistefa rêkirin!
Nuçe Belav bike

Berpirsek Tevgera Goran amaje bi vê yekê dike ku rewabûna beşek ji berpirsên Tevgera Goran û endamên civata niştimanî û giştî dikeve bin pirs de û dibêje: ‘’Helbijartinên navxwe yên Gorran pir ser re derbas bû.’’

Li gor zanyariyan îro 15.04.2017ê 13 berpirsên Tevgera Goran nameyek ji serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa re rêkirine û daxwaz kirine, pirsa helbijartina navxwe ya Tevgera Goran bê zelal kirin, ji ber : ‘’Endamên civatê rewabûna xwe nemaye.’’

Ji aliyê xwe ve berpirsê Tevgera Goran Direw Mehdî ragehand: ‘’Rewabûna beşek ji berpirsên Tevgera Goran ji ser re derbas bûye, beşek ji endamên civatê ku berpirsên binkeyanin li Kurdistanê bi dengên organan ve hatine helbijartin û naha rewabûna wan nemaye’’ Herwaha got: ‘’Berpirsên navçe û bazineyan jî rewabûna wan nemaye.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:57:33