2 Rêxistinên Kurd ên çekdar biryarek girîng

Li gorî zanyariyên berdest, herdu partiyên kurd ên çekdar ên Îranê PDK û PDKÎ ji bo yekîtiyê di nava xwe de ava bikin gavên girîng diavêjin.
15.07.2017, Cts - 08:23
2 Rêxistinên Kurd ên çekdar biryarek girîng
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya malpera Rûdawê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Patiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) biryar dane êdî tenê ji bo propagandayê rûniştinan nekin. Ew dixwazin êdî xal bi xal qala nakokiyan bikin û li ser van xalan bigihin yekîtiyê heta zîncîra yekîtiyê bi dawî bibe.

Berpirsê Heyeta Danûstaninan a PDKê Kemal Kerîmî derbarê yêkîtiyê de got: "Me nêrîn û pêşniyarên xwe xal bi xal amade kirine. Em dixwazin vê carê xwe ji bangaşeyê dûr bixin. Êm ê xal bi xal li ser daxwaz û pêşniyaran bisekinin heta herdu alî li ser bigihin biryarê. Ev hevgirtina du partî û du rêxistinan e."

Herdu aliyan li ser navê nû hevdîtin kirin. Li gor vê navê partiyê dê bibe Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ). Li gel vê yekê, ji bo sekreteriya giştî jî herdu alî li hev dikin ku Mistefa Hîcrî be. Ji ber ku Hîcrî xwediyê tecrûbeya 15 salan a sekreteriya partiyê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1731 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:37:08